Adar 18, 2018 19:58 Asia/Tehran
  • 58 kes bi gullê li Amerîkayê hatin kuştin û birîndarkirinê

Navenda tomarkirina şîdeta bi çekan li Amerîkayê, ragihand ku 58 kes li deverên curbicur ên vî welatî bi derba gullê hatin kuştinê û birîndar bûn.

Li gorî rapora navenda tomarkirina şîdeta bi çekan li Amerîkayê, di 24 sietên buhurî de 67 babetên gulleavêtinê li eyaletên Kêntakî, Îlînvî, Kalefornîya, Yota yên Amerîkayê de qewimîne ku di encamê de 15 kes hatine kuştinê û 43 kes jî birîndar bûne.

Li gorî vê raporê, di 48 sietên buhurî de, 156 babetên gulleavêtinê li bajar  ûeyaletên Amerîkayê qewimîne ku di encamê de 36 kes hatine kuştinê û 96 kes jî birîndar bûne.

Her sal bi hezaran kes di encama gulleavêtinên li deverên curbicur ên Amerîkayê de tên kuştin an birîndar dibin.

Xwedîyê şîrketên mezin ên çêkirina çekan li Amerîkayê ku pirranî sîyonîst in, bi nifûz û bandora li Kongirê û Qesra Sipî, heta niha nehêlane rakirina çekê li Amerîkayê were bisînorkirin.