Adar 18, 2018 12:32 Asia/Tehran
  • Borîs Canson: Kiryarên Rûsiyê li dijî Londonê li ser ziyanan ûrisan bi xwe ye

Wezîrê karên derve yê Inglîsê bi bawer e ku tevdîrên tolhildanê yên Rûsiyê piştî kiryara Inglîsê tenê ziyanê digihîne şrisan. Beriya viya dewleta Londonê fermana derxistina 23 dîplomatên ûris têkildarî jehrîkirina sîxorekî ebrê dabû.

Li gorî rapora ISNA`yê, Wezîrê karên derve yê Inglîsê, Borîs Canson li nivîsarekê bo rojnameya Sunê nivîsî: Kirêmlînê betlabûna Konseya Brîtanyayê û konsolgeriya me li Senpitirzburgê ragihand. Ev tevdîra pûç tenê ziyanê digihîne xelkê asayî yê ûris û wan ji derfetên xwendina inglîsî û wergirtina vîzaya Brîtanyayê bêpar dike.

Wî her wiha got: Fransa, Alman û Amerîka pişta nêrîna Londonê li bara êrîşa ser sîxorekî berê û keça wî digirin, li halekî ku `Rûsiye tenê û dûrketî maye`.

Pêwendiyên navbera Mosko û Londonê destpêka meha Adarê piştî wê ku Sêrgêyî Skrîpal efserê berê yê istixbaratî yê Rûsiyê û keça wî li navendeka kirrînê li salzboriyê bêhiş bûn, reş û tarî bû.

Trêza Mêya serokwezîra Inglîsê got: ``Bi hitmaleka zêde`` Rûsiye sebekarê vê êrîşê ye, ji ber ku ewn abi madeya kîmyayî ya Nûvîçûkê hatin jehrîkirin ku têkildarî serdema Suviyetê ye. Lê Mosko van tawanan bêbingeh dizne û amaje bi nebûna tu belgeyekê dike.