Adar 18, 2018 12:31 Asia/Tehran
  • Serokê berê yê CIA`yê bo Trump: Wekî

Rêvebirê berê yê Rêxistina Sîxoriyê ya Amerîkayê (CIA) ji Twitta Trump derbarê derxistina alîkarê rêvebirê FBI`yê rexne kir û ew wek ``Xapînokekî Bêabûr`` da zanîn.

Li gorî rapora ISNA`yê ji zarê CNNê, Can Birnan rêvebirê CIAyê di dema dewleta Barak Obamayê serokomarê berê yê Amerîkayê li Twitta xwe bo Trumpê serokomarê niha yê Amerîkayê, nivîsî: Dema ku bertîlxwarin, şeytantî û gendeliyên te yên siyasî bên aşkirakirin, tu yê bigihêjî cîgeha xwe ya rastîn wek Xapînokekî bêabûr li zibildanka dîrokê. Renge tu Endro Mek Kîb bikî gorî, lê tu yê nekarî Amerîkayê ji nav bibî. Amerîka dê li hemberî te bi ser bikeve.

Trump li bara derxistina Mek Kîb li Twitta xwe nivîsî: ``Vî karî rojeka mezin bo kedkarên FBI`yê pêk anî``.

Sişinz du rojan beriya ku  Mek Kîb piştî 20 salan karkirinê li vê rêvebiriyê malnişîn bibe, ew ji karê xwe derxist.

Sişinz got: Mek Kîb ji ber danîna hin agahiyan ber destê çapemeniyê û nerastbûna li lêkolînên pêkhatî li dijî wî va, hat derxistin.

Trump li vî warî da li twitter`ê nivîsî: Endro Mek Kîb hat derxistin. Ev rojeka mezin ji bo jin û mêrên têkoşer li FBI`yê ye. Rojeka mezin bo dêmokrasiyê ye. Cêymz Komiyê durû û xapînok serokê wî bû û karek kir ku Mek Kîb wekî mirovekî pak û paqij xûya bibe. Haya wî ji tevahiya derew û gendeliyan di astên herî jorîn ên FBI`yê hebû.