Adar 18, 2018 09:08 Asia/Tehran
  • Bi hezaran kurd li Almanê dijî êrîşa Tirkiyê ser Efrînê derketin nav kolanan

Bi hezaran welatiyên kurd roja Şemiyê li bajarê Hanovêra Almanê li dijî destdirêjiya Tirkiyê li ser bajarê Efrînê li bakurê rojavaya Sûriyê û girêbestên leşkerî û çekdarî navbera Bêrlîn û Enqerê derketin nav kolanan.

Li gorî rapora IRNAyê ji zarê Deutsche Welleyê, zêde ji 10 hezar nerazîyên kurd û piştgirên wan ku ku li ser wan nivîsîbûn "Newroz yanî Berxwedan", beşdarî vê xwenîşandana bi giştî aram bûn.

Beşdarên li xwenîşandana roja Şemiyê piştî derbaskirina riyeka dirêj, li ber Mala Opêrayê ya Hanovêrê kom bûn û hin dirûşme li dijî Erdoxanê serokomarê Tirkiyê dan û pesna Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dan.

Hin komên piştevanê Partiya Çepan a Almanê jî ku daxwaza betalkirina danûstandinên çekan navbera Bêrlîn û Enqerê dikin, beşdarî vê xwenîşandanê bûn. Wezîrê karên derve yê Almanê, Zîgmar Gabriyêl beriya viya tevî pêgiriya li ser pêwîstiya destpêbûna gotûbêjan navbera komên sûrî, ji Tirkiyê xwestibû ku tevgerên xwe yên leşkerî li bakurê Sûriyê rawestîne.

Artêşa Tirkiyê û têroîstên bin fermana vî welatî ji 20ê Çileya 2018an va destdirêjiya xwe ya bi navê Çiqla Zeytûnê li ser bajarê Efrînê li bakurê Sûriyê dest pê kir û armanca vê êrîşê jinavbirina komin daye zanîn ku wan wek komên têrorîst dizane. Ev êrîşa ku qeyran li deverên sînorî navbera Tirkiye û Sûriyê kûrtir kiirye bûye sebeb ku heta niha gellek bertekên navneteweyî çêbibin.