Adar 17, 2018 19:32 Asia/Tehran
  • Ûris sibê wê bona bijartina Pûtîn herin ber sîndûqên dengdayînê

Di rewşekê da ku Rûsye bi zextên zav ên ji ber jehrawîbûna sîxurê berê li Ingilistanê û dewreka nû ya boykotên Amerîkayê re rûbirû ye, ûris sibê 18`ê Adarê, wê ji bo bijartina Vlademîr Pûtîn, ji bo dewreka din a şeş salî li Koşka Krêmlînê, herine ber sîndûqên dengwergirtinê.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Fransayê, îro şemiyê bereberê hilbijartina sibê ya serokomartiyê li seranserê Rûsyê, bêdengiyeka ji ber hilbijartinê destpê bû. Ji ber viya her cure teblîxa hilbijartinê ya berendaman bi rêya mêdya û înternetê qedexe dibe, herwiha ji îro ve berendam nikarin û ev mafê van tuneye ku civîn û kombûnan li dar bixin. Lê mayîna dirûşme û posterên ku bona teblîxatê hatine daliqandin, bi şertê ku herîkêm 50 kîlometreyan dûrî navendên wergirtina dengan be, pêkan e.

Îro welatiyên Rûsyê yên derveyî vî welatî çûne ber sîndûqên dengdayînê herwiha leşkerên ûris ên li Sûriyê jî îro dengên xwe xistin nav sîndûqan.

Vlademîr Pûtîn ku ji nêzî du deheyan berî niha  ve Rûsye bi rê ve dibe, sedî 70 tê hebandin û bêyî kempêyneka mezin û berbiçav, piştrast e ku dikare hikimdariya xwe heya sala 2024`an berdewam bike.