Serokwezîra Almanyayê pişta misilmanan girt
Serokwezîra Almanyayê bona piştgîriya ji misilmanan pêgîrî kir ew yên vî welatî ne.
Li gorî malpera nûçeyan a Polîtîkayê, Angêla Mêrkêl, serokwezîra Almanyayê, bi rexneya ji axiftinên Horst Seehofer (Horst Zîhofêr), wezîrê karên hundur ê dewleta nû ya li bara Îslamê got: Misilman yên Almanyayê ne û Îslam jî pişkek ji Almanyayê ye.
Shtefan Zaybert (Iştêfan Zaybêrt), berdevkê dewleta Almanyayê, jî berê gotibû tevî nirx û nijyara qanûnî, îslam jî pişkek ji Almnayayê ye.
Zîhofêr, herwiha serokê Partya Sosyal Mesîhî ya Almanyayê ye.
Wezîrê karên hundur ê dewleta nû ya Almanyayê, berê jî gotibû ku wê qanûnên dijî penaberan giran bibin û gelek ji wan wê ji welêt werin derxistin.
Êrişên dijî îslamê di van rojên dawiyê de li Almanyayê pirr zêde bûne û çend mizgevt û navendên îslamî jî ketine ber êrişa komên tundrê.
Wezareta karên Almanyayê li raporekê ragihand, di sala 2017`an de herîkêm 950 êrişên dijî misilman û saziyên îslamî ji wan mizgevtên vî welatî hatine qeydkirin.