Adar 17, 2018 16:42 Asia/Tehran
  • Rûsyayê 23 dîplomatên ingilîsî derxistin

Piştî biryara Brîtanyayê ya dersînorkirina 23 dîplomatên ûris, Moskowayê jî bersiv da. Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê bangî Balyozê Ingilîsê yê li Moskowê kir.

Li gorî rapora Rusia Todayê, Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê ji Balyozê Ingilîsê yê li Moskowê Laurie Bristow re got: "Divê 23 dîplomatên ingilîsî ku nayên xwestin di nava hefteyekê de ji Rûsyayê derkevin." Wezaretê di daxuyaniya xwe de ragihand ku biryar hatiye dayîn ku karê nûneratiyên ‘British Councilê' werin rawestandin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin ku di çarçoveya wekheviya hejmarên konsolxaneyan de nûneriya Brîtanya ya li Saint Petersburgê tê girêdanê.

Sêrgêy Lavrov wezîrê karên derve yê Ûrsêtê duh gotibû ku bê guman dê bi derxistina dîplomatên ingilîsî ji welatê xwe li hemberî kiryara vê dawîyê ya Londonê bersivê bide.

Sîxurê berê yê Rûsî, bi navê Sergey Skiripal û keça wî Yolya li Londonê, bi gazeke jehrawî êrîşî wan hat kirin û Birîtanya Rûsya bi encamdana wê êrîşê tometbar dike, lê Rûsya wê tometê red dike.

Serokwezîra Ingilîsê Theresa May “berpirsîya jehrîkirinê yan jî temînkirina jehra ku di kuştina sîxurê rûsî Sergey Skripal de hatiye bikaranîn avêt ustîyê Moskowayê.

Theresa May di axaftina xwe ya di parlementoyê de got ku " me gazî balyozê rûsî kir û jê xwest ku bêje ka ew gaza kujer çawa ji Rûsyayê hatiye Ingilîsê." May di dewamiya axaftina xwe de îdia kir ku ihtimaleke pir mezin berpirsiyarê vê bûyerê Rûsya ye.