Adar 17, 2018 16:18 Asia/Tehran
  • Rûsîyê, Amerîka bi destwerdana li karên navxweyî yên wî welatî tawanbar kir

Balyozxana Ûrsêtê li Amerîkayê, Waşîngton bi destwerdana li karên navxeyî yên wî welatî têkildarî hilbijartinên serokomarîyê tawanbar kir.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Sputnikê, bi dû idiaya wezareta karên derve ya Amerîkayê li ser vê yekê ku hilbijartinên serokomarîya Ûrsêtê bi awayekî zelal nayên lidarxistinê, balyozxana Ûrsêtê li Amerîkayê, Waşîngton bi destwerdana li karên navxweyî yên wî welatî tawanbark ir.

Balyozxana Ûrsêtê li Amerîkayê li peyamekê bi rêka Tiwwîterê ragihand: Nimûneyeke din a destwerdana wezareta karên derve ya Amerîkayê li karên navxweyî yên Ûrsêtê xûya dike û ew wezaretxana niha neçar maye derewan bike.

Li gorî vê raporê, balyozxana Ûrsêtê li Amerîkayê ragihand ku Waşîngtonê hewildaneke xirab ji bo ku derbê li dêmokirasîya li Ûrsêtê bide destpê kirîye ku tu encamekê bi dest naxe.

Balyozxana Ûrsêtê li Amerîkayê şefafbûna hilbijartinên serokomarîya Ûrsêtê tam garantî dike.

Hilbijartinên serokomarîya Ûrsêtê yê di 18`ê Adarê de bên lidarxistin.