Adar 17, 2018 11:53 Asia/Tehran
  • Pêgiriya Konseya Ewlehiyê li ser cihanîna lezgîn a biryarnameya agirbesê li Sûriyê

Konseya Ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) xwest ku biryarnameya agirbesê ya vê konseyê li Sûriyê bilez cih were.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Xinhuayê, balyozê Holandayê li NY, Karil Van Ostrom ku serokatiya Konseya Ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) di meha Adarê da li ser milê wî ye got: Endamên Konseya Ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li ser cihanîna tam a biryarnameyên 2254 û 2401ê pêgirî kirin.

Ostrom her wiha got: Konseya Ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) her cûre gurrkirina tundiyê li navçeyên bin dagirkeriya dijberên çekdar li Xûteya Rojhilat li dijî biryarnameya 2401ê ya pesendkirî di 24ê Sibatê da zanîn.

şandiyê taybet ê NY bo karên Sûriyê, Stêfan Dê Mîstûra jî li civîna Konseya Ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li ser pêwîstiya bidestxistina rêkara siyasî ji bo bidawîanîna qeyrana Sûriyê pêgirî kir û got ku li vî warî da nabe em bêhêvî bin.

Li gorî vê raporê, endamên Konseya Ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) tevî pêgiriya li ser daxwaza bê şert û merc, destgihîştian mayînde ya gelê Sûriyê bo alîkariyên îndandostiyê, ji hemî aliyên şêrr xwestin ku li çarçova qanûnên mirovhezane yên navneteweyî erk û sozên xwe li warê parastina welatiyên asayî cih bînin.

Biryarnameya 2401ê ya Konseya Ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) di roja 24ê Sibatê li ser mijara cihanîna agirbesa 30 rojî li Sûriyê, bi dengê erê yê tevahiya endamên hertim û ne-hertimî yên vê konseyê hat pesendkirin.