Sibat 18, 2018 20:04 Asia/Tehran
  • Li Rûsyayê kesekî gulle bi ser gel de reşand: 5 mirî, 5 birîndar

Li Komara Daxistanê ya li başûrê Rûsyayê kesekî di festîvalekê de gulle bi ser xelkê de reşand. Di encama bûyerê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da, 5 kes jî birîndar bûn.

Li bajarê Kizlyarê yê Komara Daxistanê ya Rûsyayê dema ku komek ji bo pîrozbahiya festîvala biharê ya bi navê Maslenitsayê ji dêrê vedigeriya, kesekî nenas gulle ber bi wê komê reşand û li gorî zanyariyên pêşîn di encama bûyerê de 4 kesan jiyana xwe ji dest daye, 5 kes jî birîndar bûne. Hat diyarkirin ku kesê êrîşkar jî hatiye kuştin.

Çavkaniyekî derbarê bûyerê de agahî dan çapemeniya rûsî û got, "Bûyer li Kizlyarê rûda. Li gorî zanyariyên pêşîn 4 kes mirin. Birîndar jî hene. Êrîşkar hat kuştin.

Rayedarê ewlehiyê anî ziman ku kesên jiyana xwe ji dest daye, sivîl in û 2 kesên ji wan birîndaran jî hêzên ewlehiyê ne.

Herwisa Wezareta Karên Navxweyî ya Daxistanê diyar kir ku her 4 kesên ku di êrîşê de jiyana xwe ji dest daye, jin in. Wezareta tenduristiyê jî ragihand ku her 5 kesên birîndar, rakirine nexweşxanê.

Hat gotin ku derbarê bûyerê de lêpirsîn û doz hatiye destpêkirin ku li gor vê yekê peywendiya kesê êrîşkar bi rêxistinên tundrew re tune ye û ew 22 salî ye û rûniştiyê wê herêmê ye.

 Şaredariya Kizlyarê ragihand ku jineke birîndar jî jiyana xwe ji dest da, bi vî awayî hejmara miriyan derket 5 kesan.