Plana Brîtanyayê li Konseya Ewlehiyê ji bo rêzgirtina li rola Erebistan û Îmaratê li Yemenê
Sibat 17, 2018 19:34 Asia/Tehran
Tevî binpêkirina berfireh a mafên mirovan li Yemenê ji aliyê hevalbendiya siûdî-îmaratî, Brîatnyayê planek biriye Konseya Ewlehiyê ku têde ji kiryarên kêrhatî yên vê hevalbendiyê li Yemenê spasî hatiye kirin.
Ev plana ku di eslê xwe de têkildarî rewşa însanî li Yemenê û her wiha hêsankirina karê şandina alîkariyên mirovheziyê bo ev welatê şerlêxistî ye bi awayekî yekalî, hûsiyên Yemenê tawanbar dike ku bûne sedema rewşa aloz a vî welatî.
Çavdêrê mafên mirovan jî wek berteka li hember ev kiryara Brîtanyayê gotiye ku Konseya ewlehiyê divê bi sedaqet û li gorî rasitiyê li karûbarên Yemenê mudaxilê bike.
Her wiha Konseya Ewlehiyê ya NY, martîn Grîfîts wekî nûnerê taybet ê nû yê NY li karûbarên Yemenê kivş kir.