Gabrîyel: Bila şirîkên amerîkî rêketinama navokî ya digel Îranê biparêzin
Wezîrê karên derve yê Almanê careka din berevanîya rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê kir û ji dewleta Amerîkayê xwest ku vê rêketinamê biparêze.
Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Zîgmar Gabrîyel (Sigmar Gabriel) îro di destpêka duyemîn roja Konfiransa Ewlehîyê ya Monîxê de temî da şirîkên amerîkî ku rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1biparêzin.
Gabrîyel pêgirî kir ku Berlînê biryar nedaye rêketinama navokî bide alîyekî.
Wezîrê karên derve yê Almanê bal kişand ser helwestên Donald Trump serokomarê Amerîkayê têkildarî rêketinama navokî û ji wî re got: Rêketinama navokî ya digel Îranê ji nav nebe.
Zîgmar Gabrîyel li dewama axavtina xwe bi dubarekirina idiaya rola alozkir a Îranê li navçê ji Trump xwest ku digel hevkarîya bi hevpeymanên xwe re, alîkarîyê bide kêmrengkirina rola Îranê li navçê.
Konfiransa Ewlehîyê ya Monîxê ji duh 16`ê Sibatê ve li Almanê destpê bûye û dê heta sibê bidome.
Zêde ji 20 serok, nêzî 40 wezîrên berevanîyê û karên derve û 52 rêvebirên şîrketên mezin li vê konfiransê pişkdar in.