Çile 23, 2018 20:05 Asia/Tehran
  •  Qanûnên Yekitiya Ewrûpayê li bara penaberiyê dibin sedema hilweşyana Ewrûpayê

Serokwezîrê Bulgaristanê diyar kir: Qanûnên Yekitiya Ewûpayê li warê karûbarên penaberiyê, dibin sedema bêtfaqî û têkçûna hemî Ewrûpayê.

 Li gorî rapora IRNA`yê,  Boyko Borîsof serokwezîrê Bilgaristanê bal kişand  ser qayîde û qirarên  Yekitiya Ewrûpayê li warê karûbarên  penaberiyê derheq vê yekê ku  daxwaziyên  penaberiyê divê ji aliyê van welatan were hilkolandin ku  penaber jibo cara ewil  ji wan  daxwaza penaberiyê kiriye  û got: Ev çarçoveya wisa ku em dixwezin  kêrhatî nabe. Ev qayîde û qirar ne tenê bêtifaqiyê  pêk tînin belkî  tam dibin  sedema  hilweşyana hemî Ewrûpayê. Borîsof li civîna rojnamevaniyê ya hevpar tev Andrî Babîş serokwezîrê komara Çêkê li sûfiyê got: Divê navendên  ewlehiyê li welatên mîna  Tirkiye, Lîbyayê ku endamên  Yekitiya Ewrûpayê nînin bi armanca  bicihkirina  koçberan  pêk were. 

 Hêjayî gotinê ye ku siyasetên  şerxwaziyê yên rojava  li Rojhilata Navîn û abkurê Efrîqayê bû sedem ku hejmareke  zêde ji xelkê van navçana  ji bo revîna  ji şêr û xwînrêjiyê berê xwe bidin Ewrûpayê. Ewrûpayê pêşewaziya van  koçberan nekir û ser navê rêçareya qeyrana  koçberan  hewl dide pêşiya  derbasûna  awareyan û şerlêxistiyan bo Ewrûpayê bigre.