Çile 23, 2018 11:53 Asia/Tehran
  • Civîna bêencam a Konseya Ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyêîn Yekbûyî (NY) li ser guhertinên Sûriyê

Civîna Konseya Ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyêîn Yekbûyî (NY) ji bo hilkolandina guhertinên Sûriyê bêyî encameka ron bi dawî hat.

Li gorî rapora Mehr News`ê, civîna Konseya Ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyêîn Yekbûyî (NY) bi mebesta hilkolandina opêrasiyona leşkerî ya Tirkiyê li bakurê Sûriyê, roja Sêşemiyê bêyî dayîna daxûyaniyeka hevpar bi dawî hat.

Li vê civînê ku li ser daxwaza Fransê û ji bo hilkolandina rewşa herêma Efrînê li bakurê Sûriyê hat damezirandin, tu daxûyaniyek derheq opêrasiyona Tikriyê li vê navçeyê nehat dayîn.

Li vê civînê, Franswa Dolatêr, balyozê Fransê li NY, helwêstên welatê xwe li bara vê yekê ku rayedarên Tikriyê divê ser hemda xwe bin, dubare kirin.

Balyozê Amerîkayê li NY, Nîkî Hîlî jî beşdarî vê civînê nebû.

Opêrasiyona leşkerî ya artêşa Tirkiyê bi navê ``Şaxeya Zeytûnê`` bi mehneya xurtkirina ewlehî û aramiya li sînorên Tirkiye û navçeyê, her wiha jinavbirina PYD û DAIŞ`ê li bajarê Efrînê ji roja şemiya bihurî va dest pê bûye.

Wezareta karên derve ya Sûriyê pêştir êrîşa artêşa Tirkiyê li sr vî bajarî şermezar kir û ragihand ku ``Ev karê Tirkiyê binpêkirina serweriya neteweyî ya Sûriyê ye``.