Çile 22, 2018 11:10 Asia/Tehran
  • Li Japonyayê Meşqa Valakirinê ji ber êrîşa mûşekî ya Koreya Bakur hat lidarxistin

Yekem Temrîna Valakirinê li Japonê ji bitmala êrîşa mûşekî ya Koreya Bakur li ser vî welatî îro anku Duşçemiyê hat lidartxistin.

Li gorî rapora Reuters`ê, gelê Japonyayê bi awayê dilxwazî û xwebexş ev meşqa valakiirnê li rawestgehên Mêtro û hesinrêyan li dar xistin û berê xwe dan sitargehên ku ji bo vî karî hatibûn berçavgirtinê.

Ev meşqa xweparastinê li halekî hat lidarxistin ku komin biçûk ji neraziyan bi hêzên polîs va ketin pevçûnê; Ji ber ku ewna li dijî her cûre kiryarê bûn ku tirs û xufê bixe dilê xelkê.

Li halekî ku ev hêvî heye ku bi amadebûna Koreya Bakur li pêşbirkên Olempîka Zivistanê ya Koreya Başûr, kêşeya li navçeyê dakeve, Japon li dû zêdekirina kiryarin bi mebesta amadekirina welatiyên xwe bona qewimîn aşerekî hitmalî ye.

Tokyo li ser vê bawerê ye ku gefa mûşeka Balistîk û Atomî ya Koreya Bakur hema wisa ber bi zêdebûnê ye.

Waşîngtonê û hevpeymanên wê hertim daxwaza rawestandina ceribandinên leşkerî û navokî yên Koreya Bakur dikin. Lê Piyong Yangê bi caran destnîşan kiriye heta wê demê ku Amerîka û hevpeymanên wî welatî gefxwarina xwe li dijî Koreya Bakur bidomînin, ev welata jî dê hema wisa şiyanên xwe yên leşkerî û şiyana êrîşa pêşdestane ya xwe xurt bike.