Çile 22, 2018 11:09 Asia/Tehran
  • Teqîna bombeyê li başûrê Taylendê

Teqîna motorsîkliteka bombebarkirî li bazareka başûrê Taylendê bû sedema kuştina sê kesan.

Li gorî rapora berbanga Duşemiyê ya IRNA`yê, ji ber teqîna motorsîkliteka bombebarkirî li bazareka parêzgeha Yalayê li başûrê Taylendê 18 kes jî birîndar bûn.

Heta niha tu kes an komekê berpirsiyariya vê teqînê negirtiye ustiyê xwe.

Parêzgehên Yala, Patanî û Naratîvatê sê parêzgehên misilmannişîn li başûrê Taylendê ji sala 2004an va û vir va tûşî alozî û nearamiyê ne.

Li şer û pevçûnên başûrê Taylendê ji sala 2004an va û heta niha zêde ji şeş hezar û 500 kes hatine kuştinê.