Rûsiya: Îdiaya Amerîka li bara istifada Sûriyê ji çek û sîlahên kîmyayî bê xîm û binyat e
Wezareta berevaniya Rûsiyayê li daxûyaniya xwe ya şemê destnîşan kir: Xebata Amerîka ku dixebite ta ku Sûriyê tawanbar bike ku ji çek û sîlahên kîmyayî istifade kiriye, bi tamî şaşe û bê xîm û binyat e.
Li gor rapora IRIB News`ê, Wezareta berevaniya Rûsiyayê bal kişande ser tawanên bê xîm û binyate Amerîka li bara istifada Sûriyê ji çekên kîmyayî destnîşan kir: Waşîngton hertim belgeyên ber dest li bara istifada terorîstan ji çekên kîmyayî berçav negirtiye.
Wezareta derve ya Rûsiyayê jî roja îniyê destnîşan kir: Hedefa Amerîka ji tawanbarkirina dewleta Sûriyê rizgarkirina terorîstan e.
i êrîşa kîmyayî ya roja 4`ê Nîsana 2017an li ser navçeya Xan Şêxûna parêzgeha Idliba Sûriyê, zêde ji sed kesî hatine kuştin û çarsed kes jî birîndar bûn.
Bereya erebî-rojavayî ya piştgirê têrorîstan bi serkirdayetiya Amerîkayê, gellek hewil da ku ji bo xalifandin araya giştî û brovajîkirina rastiyan hevdem digel serketinên vê dawiyê yên artêşa Sûriyê li hemberî têrorîstan, bûyera Xan Şêxûnê bavêje ustiyê dewleta Sûriyê; Tawanên ku Şamê bi tundî û bi caran ewna derew dane zanîn.