Çile 20, 2018 12:23 Asia/Tehran
  • Lavrof: ``Rûsiye tu cûre derbeya li Lihevkirina Navokî napejirîne

Wezîrê karên derve yê Rûsiyê, Sêrgêyî Lavrof tevî pêgiirya li ser vê yekê ku Mosko dê hemî hewildana xwe ji bo girtina pêşiya gotûbêja dubare li ser Lihevkirina Navokî ya digel Îranê vbike, got: ``Rûsiye tu derbeya li Lihevkirina Navokî napejirîne``.

Li gorî rapora IRIB News`ê, Wezîrê karên derve yê Rûsiyê, Sêrgêyî Lavrof roja Îniyê her wiha got: ``Aliyên ewropî yên Lihevkirina Navokî jî bi başî xeterên mijara gotûbêjên dubare li ser Lihevkirina Navokî têgihîştine û dê wê yekê nepejirînin``.

Lavrofî daxwaza welatên rojavayî bi taybet Amerîkayê ji Îranê bona destwernedana li karên Rojavaya Asyayê jî nemumkin da zanîn û got: ``Îran wekî tevahiya welatên navçeyê, berjewendiyên xwe li vê beşê dişopîne``.

Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê roja 12`ê Çileya 2018an hevdem digel dirêjkirina dema rawestandina boykotên navokî li dijî Îranê, çar merc ji wan guhertina hin xalên Lihevkirina Navokî, destgihîştina bi navendên leşkrî û boykotkirina bernameya mûşekî ya Îranê ji bo mayîna Îranê li nav Lihevkirina Navokî tayîn kirin.

Wezîrê karên derve yê Rûsiyê her wiha tevî rexneya ji Amerîkayê derheq damezirandina hêza herêmî li bakurê Sûriyê, got: ``Hewildanên Amerîkayê bona damezirandina hêza herêmî li bakurê Sûriyê, li dijî parastina yekparçetiya axa Sûriyê ye``.

Hevpeymaniya navneteweyî ya qaşo dijî DAIŞ`ê bi serkirdayetiya Amerîkayê roja 14`ê Çileya 2018an ragihand ku li dû damezirandina hêza sînorvaniyê ya nasyar bi Hêzên Ewlehiya Sînoran li navçeyên bin kontrola kurdan li Sûriyê ye ku hejmara van hêzan dê 30 hezar kes be.