Çile 20, 2018 09:58 Asia/Tehran
  • Weşandina belgeya stratijiya berevaniya nû ya Amerîkayê û helahelaya dijî Îranê

Belgeya stratijîk a nû ya Amerîkayê hat weşasndin û têda amaje bi navê Komara Îslamî ya Îranê hatiye kirin.

Li gorî rapora Fars News`ê, Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pêntagon) roja Îniyê kurteyeka 11 rûpelî ji belgeya stratijîk a berevaniyê ya nû ya Amerîkayê weşand û têda hatiye îdiakirin  ku : ``Îran hema wisa tundiyê dike û pirsgirêka herî mezin ji bo aramiya navçeya Rojhilata Navînê ye``.

Li beşeka din a belgeya stratijîk a berevaniyê ya nû ya Amerîkayê hatiye îdiakirin ku: ``Li Rojhilata Navînê Îran mijûlî rikeberiya digel welatên cînar e û hevdem digel pêkanîna Hilala bandor û nearamiyê, şebekeya komên bi cîgirtî û bernameya mûşekî, bi coş û kelecan li dû bidestxistina Hêjomoniya li navçeyê ye``.

Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pêntagon) li belgeya stratijîk a berevaniya xwe her wiha îdia kiriye ku: ``Ewê hewildana xwe ji bo kontrolkirina welatin mîna Koreya Bakur û Îranê, têkşikandina gefên têrorîstî li dijî Amerîkayê û tesbîtkirina destkeftên vî welatî li Iraq û Efxanistanê bidomîne``.

Belgeya stratijîka berevaniya nû ya Amerîkayê li halekî Îranê bi sûcê nearamkirina navçeyê û piştgiriya ji tiştê ku Têrorîsm hatiye binavkirin, tawanbar dike ku çekên qedexe yên amerîkî, nîşangehek ji cinayeta dijî mirovahiyê li Yemenê damezirandiye.

Ji billî cinayetên cengî yên Amerîka û Erebistanê li Yemenê, siyaseta ducûre ya Koşka Sipî li arê têkoşîna li hemberî têrorîsmê, bûye sedema dewama jiyana hin têrorîstan li Sûriye û navçeyê.

Komara Îslamî ya Îranê wek welatekî berpirsiyar, roleka berbiçav li warê têkoşîna li hemberî têrorîsma DAIŞ`î li Sûriye û Iraqê hebûye û helahelaya Amerîkayê di vî warî da, ji bo xistina rola Îranê bin bandorê li warê têkoşîna rasteqîn li dijî Têrorîsmê ye. Tevî helahelaya Amerîkayê, gişt dibêjin ku Îranê li bereya yekem a têoşîna li hemberî têrorîsmê ye.