Çile 20, 2018 09:57 Asia/Tehran
  • Bûdceya Amerîkayê ji bo behrewergirtina ji nearamiyên vê dawiyê li Îranê

Rojnamevanê inglîsî û rêvebirê ramangeha ``Lêkolîn û geşatiya siyasî`` got: ``Dewleta Amerîkayê zêde ji miliyonek dolar ji bo behrewergirtina ji nearamiyên vê dawiyê li hin bajarên Îranê xerc kir``.

Li gorî rapora Fars News`ê, Nefîz Musediq Ehmed rojnamevanê inglîsî li raporekê li gorî lêkolînên Kongreyê û raporên têkildarî beşa dervesînorî ya Amerîkayê, got: ``Ev belge û şehedî nîşan didin ku Amerîka hema wisa hez dike guhertinên siyasî li Îranê pêk bîne da bikare wê li ser xêr û berjewendiyên xwe bi kar bîne``.

Li gorî nivîsîna Nefîz Ehmed, stratijiya dewleta Amerîkayê behrewergirtina ji kêşe û nearamiyên siyasî û qeyranên din, ji wan qeyrana avê bi armanca seferberkirina raya giştî li dijî hikûmeta Îranê digire ber xwe.

Rojnamevanê inglîsî dibêje: ``Li belgeyeka mûçeya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê amaje bi projeyekê hatiye kirin ku armanca wê behrewergirtina ji qeyrana avê li Îranê ji bo pêkanîna hêrsa giştî li dijî cûreya rêvebiriya pergala desthilatdar li Îranê ye``.

Vî rojnamevanê inglîsî her wiha got: ``Belgeyên dewleta Amerîkayê ji sala 2016an va heta niha nîşan didin ku dewleta Donald Trump zêde ji miliyonek dolar bona dabînkirina malî yab çalakiya komên dijberê pergala desthilatdar li Îranê xerc kiriye``.