Trump Demokart bi mudaxileyê tawanbar kirin
Serokkomarê Emerîkayê, sinatorên Demokrat ên vî welatî bi mudaxila li pejirandina pêşnumaya bûdcê û hewldana ji bo tehtîlkirina dewletê tawanbar kir.
Li gorî rapora IRIB Newsê, Donald Trump di twîtera xwe de nivîsî: Pêşnumaya bûdca dewletê li parlemana nuneran hat pejirandin û niha ji bo pejiarndina wê li Senayê hewceyî bi demokratan heye lê ew daxwaza koçberiya neqanûnî û sînorên lawaz dikin, vêca gelo me dê tehtîliya dewletê hebe.
Serokkomarê Emerîkayê her wiha got: Komaîrxîwaz li sala 2018`an hewceyî bi serketinên zêdetir hene ji ber ku demokrat daxwaza koçberiya neqanûnî bo Emerîkayê dikin.
Demokrat bi taybet li Senayê teqez dikin ku bila bernama koçberiyê ya Dakayê li qanûna bûdcê were danîn lê koşka sipî û Komaîrîxwaz li kongirê ew meşrtû kirine bi vê yekê ku demokrat terxankirina 18 milyar dular bûdceyê ji bo avakirina dîwarê sînorî tev Mekzîkê qebûl bikin . lê Demokratan ev şerta qebûl nekirine.
Li nava van gêreyan, meclisa nûnerana Emerîkayê roja pênşemiyê dengê xwe da pêşnimaya bûdcê ya demkî ya dewleta federal a vî welatî.
Ev pêşnumaya tenê heya 16 Sibatê hidbara xwe heye û ji bo rizgarbûna dubare ya dewleta federal ji xetera taehtîlbûn, divê qanûneke din bide pejirandin.