Popa çû Proyê
Rêberê katolîkê cîhanê ji bo hevdîtin û gotûbêja tev xelkê xwecî yê Proyê li bara dilgiraniyên wan di derheqê pirsgirêkên jîngeha vî welatî, gihêşt Proyê.
Li gorî rapora France Pressê, papa Fransîs, rêberê katolîkên cîhanê li duwem û dawîn qonaxa sefera bo Emerîkayê başûrî gihêşt Lîmaya paytexta Proyê û tev Pêdro Pablo Koçînskî, serokkomarê Proyê hevdîtin pêk anî.
Rêberê katolîkên cîhanê bi derbasbûna nav navçên sînorî yên bakurê Proyê li bara xeterên qaçaxa însanan û îstifada xirab ji koçberan li van navçana fukara xwe da diyarkirin.
Biryar e Papa li bajarê Poerto Maldonado bi sê hezar û 500 kes ji xelkê wxecî yê Pro û welatên cînarê Birazîlê, Bolîwiyê û her wiha navçên Trocîlo û Lîmayê hevdîtinê pêk bîne.
Papa beriya Proyê sefera Şîliyê kiribû ku li vî welatî rastî nerazîbûnên gelanî hatibû.
Xelkê nerazî li Şîliyê, destdirêjiyên cinsî yên keşeyan û sersariya klîseyê derheq cizakirina wan şermezar kirin.