Çile 19, 2018 15:16 Asia/Tehran
  • Hejmara awareyên Rûhîngîyayî li Bengiladêşê ji milyonekê derbas bû

Bereberê plana vegerîna awareyên Rûhîngîyayî bo welatê xwe Miyanmarê, Bengiladêşê bi awayekî fermî ragihand ku navê zêde ji milyonek misilmanên Rûhîngîyayî li kempên awareyan li vî welatî hatîye tomarkirin.

Rojnama Hindostan Times`ê îro ji zarê Seîd Rehman berpirsê bengiladêşî yê tomarkirina navê penaberên Rûhîngîyayî nivîsî: Tomarkirina navan hê kuta nebûye lê, heta niha navê zêde ji milyonek misilmanên Rûhîngîyayî ku ji tirsa canê xwe ji Miyamnarê revîne Bengiladêşê hatîye tomarkirinê û karên naskirinê wergirtine.

Wî rayedarê bengiladêşê herwiha got ku hela navê bi hezaran kesî nehatîye tomarkirin û hejmara ku delweta Bengiladêşê ragihandîye ji texmînên NY zêdetir e.

NY berî vîya ragihandibû ku nêzî 962 hezar misilmanên Rûhîngîyayî li deverên sînorî li başûra rojhilata Bengiladêşê bi cih bûne ku 655 hezar kes ji wan piştî destpêbûna dewra nû ya şîdetên li dijî misilmanê  Rûhîngîya li eyaleta Raxînê ya Miyanmarê (ji 25`ê Tebaxa 2017`ê ve) hawara xwe anîne Bengiladêşê.

Eva li halekî ye ku Bengiladêşê ragihandîye ku li gorî lihevkirina digel dewleta Miyanmarê demajoya vegera penaxwazên Rûhîngîyayî bo welatê xwe dê ji hefteya bê va destpê bibe.

Bengiladêş û Miyamnarê di 25`ê Kanûna sala 2017`ê de lihevkirinek ji bo vegera penaxwazên Rûhîngîyayî ser malên xwe li Raxînê wajo kirin lê, gellek misilmanên Rûhîngîyayî ragihandine ku naxwazin bizvirin Miyanmarê. NY jî ragihandîye ku demajoya vegera misilmanên Rûhîngîyayî divê bi dilê wan bi xwe be.