Çile 19, 2018 12:27 Asia/Tehran
  • Nunera Amerîkayê li NY ji ber bêrêzîya nijadperestane ya Trump dawa lêborînê nekir

Nunera Amerîkayê li NY wek berteka li hemberî gotinên bêrêzîyê yên serokomarê vî welatî yên têkildarî welatên afrîqî tenê `` heyf û mixabinî`` dîyar kir.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fransayê, Nîkî Hîlî (Nikki Haley) nunera Amerîkayê li NY şeva buhurî li civîna nunerên welatên afrîqî ji ber gotinên bêrêzîyê yên Donald Trump serokomarê Amerîkayê yên li dijî wan welatan, tenê mixanî nîşan da.

Li vê civînê Anatolîyop Andong Amba nunerê Gîneya Ostowayî li NY temî da Hîlîyê ku ji bo jinavbirina gêreyên ji ber vê bêrêzîya Trump zêdetir hewil bide.

Serokomarê Amerîkayê hefteya buhurî li hevdîtina digel qanûndaneran ku bi mijara koçberîyê hat lidarxistin, welatên afrîqî, Hayîtî û Alsalvador ``welatên gemarxane`` bi nav kirin.

Nunerên welatên afrîqî li NY jî bi daxûyanîyeke tund xwestin ku Trump bi awayekî fermî lêborînê bixwaze.