Çile 19, 2018 11:55 Asia/Tehran
  • Xwenîşandana gelê Haiti`yê li dijî gotinên bêrêzîyê yên serokomarê Amerêkayê

Bi dû gotinên bêrêzîyê yên serokomarê Amerîkayê yên têkildarî gelê Hayîtîyê (Haiti), hejmarek niştecihên paytexta vî welatî bi kombûna li ber balyozxana Amerîkayê li Porto Prenc`ê, nerazîbûna xwe li hemberî gotinên vê dawîyê yên Trump nîşan dan.

Hinek xwenîşanderan bi nîşana nerazîbûna tund li hemberî gotinên bêrêzîyê yên serokomarê Amerîkayê yên dijî gelê Hayîtîyê gotin `` welatê ku wiha roleke zêde li dîroka cîhanê lîstîye ne hêjayî bêrêzîyên Trump e.``

Serokomarê Amerîkayê hefteya buhurî li hevdîtina digel qanûndaneran ku bi mijara koçberîyê hat lidarxistin, welatên afrîqî û Hayîtî ``welatên gemarxane`` bi nav kirin.

Rayedarên Sênaya Hayîtîyê bi nîşana nerazîbûna li hemberî gotinên bêrêzîyê yên Trump ragihandin ku ji serdema hewildan û koledarî û talankerîya Amerîkayê ve, Hayîtî netenê hertim li dijî kiryarên piçûkkirina gelan, koledarî, talankirin û nijadperestîyê bûye belkî tevî piştgirîya ji gelên mezlûm ên cîhanê bi dû rêyekê ji bo azadîyê bûye.

Trump bi van gotinên xwe bû sebeb ku Amerîka pêrgî pêleke şermezarkirinê bibe.