Çile 19, 2018 09:09 Asia/Tehran
  • Lavrov: Em rê nadin ku rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê bikeve ber gefê

Wezîrê karên derve yê Ûrsêtê got: Em nikarin bihêlin ku berjewendîyên sîyasî yên hin welatan rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê bêxin ber gefê.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Sêrgêyî Lavrov wezîrê karên derve yê Rûsîyê duh li civîna Konseya Elwehîyê ya NY ku têkildarî mijara qedexeya berfirekirina çekên komkujîyê hat lidarxistin, bi pêgirîya ser vê yekê ku Konseya Ewlehîyê piştgirî daye rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê û biryarnama piştgirîya ji wê jî hatîye dayînê, got: Îran heta niha pêbendê rêketinama navokî ya digel Koma 5+1`ê bûye û civaka navnetewî ser vê bawerê ye ku rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê di xizmeta hewildanên qedexekirina çekên navokî de bûye.

Wî herwiha got: Mixabin di 50`yemîn salvegera wajokirina Peymana Qedexeya Berfirekirina Çekên Navokî (NPT) de em pêrgî hin pirsgirêkan bûne ku sozdarîya li armancên vê peymanê dixin ber gefê.

Lavrov herwiha got: Rûsîye naxwaze ku tevlî peymana NPT`yê bibe ji ber ku ev peymana welatên xwedîyê çekên navokî nagire ber xwe.

Wezîrê karên derve yê Ûrsêtê herwiha got ku hin welatên rojavayî ji ber berjewendîyên xwe nahêlin lêkolînên pêwîst ji bo sekinîna li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî li Sûrîyê bên kirin.