26 kuştî û 23 bêserûşûnbûyî li encama hezaza erdê li Fîlîpînê
Li encama hezaza (şimitîna) erdê li Fîlîpînê 26 kes hatin kuştin û 23 kes jî bê ser û şûn bûne.
Li gorî rapora Fars Newsê, rayedarên Fîlîpînê roja yekşemiyê raghandin: Li encama hezaza erdê ya ji ber bagera deverên gerim a Kaytakê li rojhilata Fîlîpînê 26 kes hatin kuştin û 23 kesên din jî bê ser û şûn bûn.
Li gorî rapora France Pressê, amara kuştiyên hanê li parêzgeha Bîlîranê ya Fîlîpînê rojekê piştî bagerê li rojhilata van komgiravan hatiye ragahndin.
Rêxistina rêveberiya qeyrana Fîlpînê got: Roja şemiyê bagera Kaytakê li seranserê giravên Samar û Lîteyê qewimî û bû sedema ketina tîrên iliktrîkê li 39 bajêran û xisardîtian rê û û pireyan.
Li vê bûyerê nêzîkî 87 hezar û 700 kes neçar man li van navçana terka malên xwe bikin.