Mijdar 24, 2017 19:04 Asia/Tehran
  • 1500 aware li Deryaya Sipî hatin rizgarkirin

Parêzvaniya peravê ya Îtalyayê ragihand ku zêde ji hezar û pêncsed aware û koçberên neqanûnî li Deryaya Sipî ji xeniqînê filitandine.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Fransayê, Parêzvaniya Peravê ya Îtalyayê û Saziya Ne Dewletî ya SOS`ê ragihand ku roja Pêncşemiyê li opêrasiyona filitandina qayîqeka hilgirê koçberên neqanûnî ku li nav avên Deryaya Sipî li rojhilata Lîbiyê tûşî pirsgirêkê bûbû, 108 koçbrên neqanûnî ji wan 16 jin û 34 zarok hebûn ku zêdetirê wan ji welatiyên Êrîtreyê li Afrrîqayê bûn.

Saziya SOS`ê her wiha ragihand ku bi hevkariya Parêzvaniya Peravê ya Îtalyayê di sê rojên bihurî da zêde ji 1500 koçberên neqanûnî li nav avên Deryaya Sipî rizgar kirine.

Her mehê bi hezaran kes ji welatiyên qeyrandîtî an şerdîtî yên afrîqî ji bo revîna ji tevlihevî û nearamiyên ku li van welatan diqewimin, hewil didin ku ji rêya axa Lîbiyê va û bi derbasbûna ji Deryaya Sipî, xwe bigihînin Ewropayê. Eva li halekî ye ku hejmareka wan ji vê sefera bitalûke canê xwe ji dest didin.

Saziya navneteweyî ya Koçberiyê, hejmara koçberên neqanûnî û awareyên ku ji destpêka sala 2017an va heta niha li nav avên Deryaya Sipî xeniqîne û canê xwe ji dest dane, nêzikî sê hezar kesî da zanîn.