Mijdar 18, 2017 18:14 Asia/Tehran
  • Hişyarîdayîna liser dûhatên derketina Amerîkayê ji hevhatinên navneteweyî

Karzan û analîzorekî meselên siyasî, liser dûhatên neyênî yên derketina Amerîkayê ji hevhatinên navneteweyî hişyarî da.

Rîçard Morfî, karzan û analîzorê meselên siyasî li hevpeyvîna bi Ajansa nûçeyan a MEHR`ê re got, derketina Amerîkayê ji peyman û hevhatinnameyên navneteweyî, şik û gumanan liser siyasetên Waşîngtonê yên di warê navneteweyî de çêdike.

Morfî herwiha got: Siyasetên Donald Trumpê serokkomarê Amerîkayê yên libara derketina ji hevhatinnameyên navneteweyî, wê liser zirara vî welatî bin.

Vî karzanê meselên siyasî pêgîrî kir, sersariya her welatekî li hember nirx û cîgeha îmzeya wê bixwe û derketina ji peymanekê bi awayekî yekalî, wê bibe sedema bêhitbarbûna wî welatî.

Trump ji dema destpêbûna serokkomartiya xwe ve heya niha, hewl daye bi durûşmeya Ewilî Amerîka, ji hevhatinên girîng ên navneteweyî ku dewletên berê ew îmze kiribûn, derkeve.

Serokkomarê Amerîkayê, heya niha destûra derketina Amerîkayê ji hevhatina av û hewayê ya Parîsê û hevhatina Asya- Pasîfîkê daye û hewl dide ji hevhatina Bazirganiya Azaz a Amerîkaya Bakûr (Nefta) û Lihevkirina Navokî ya di navbera Îranê û koma 5+1`ê de jî derkeve.