Mijdar 18, 2017 18:02 Asia/Tehran
  • Hişyarîdayîna Rûsyê liser seredana welatiyên ûris bo Amerîka û Ewrûpayê

Wezareta karên derve ya Rûsyê, libara êrişên muhtemel ên terorîstî li welatên ewrûpî, hişyarî da welatiyên ûris ên ku dil hene seredana van welatan bikin.

Li gorî rapora IRNA`yê, Navenda Karên li Rewşa Qeyranî ya wezareta karên derve ya Rûsyê, roja şemiyê li daxuyaniyekê libara sefera bo welatên ewrûpî û Amerîkayê li betlaneya Krîsmesê û sala nû ya zayînî, ji hêla ewlehiyê va hişyarî da welatiyên ûris.

Li vê daxuyaniyê hatiye ku hitmala êrişên terorîstî li bajarên mezin ên Ewrûpa û Amerîkayê li betlaneya sala nû ji 20`ê Kanûnê heya 20`ê Çileyê zêde ye.

Li Amerîkayê û welatên ewrûpî, di mehên dawiyê de çend êrişên terorîstî pêk hatine û li hin komkujiyên li Amerîkayê, welatiyên sûcdar ên vî welatî rola xwe hebûne.

Berfirehbûna êrişên terorîstî yên li Amerîkayê û welatên ewrûpî, li halekê ye ku ev welatana di van salên dawiyê de bi piştgîriya ji terorîstan jibo têkbirina dewleta Sûriyê, komên terorîstên wek DAIŞ`ê xurt kirine.