Mijdar 18, 2017 17:50 Asia/Tehran
  • 8 biryarnameyên nû yên NY jibo bidawîanîna dagîrkeriya Rejîma Îsraîlê

Komîteya duyem a Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY) bi pejirandina heşt biryarnameyan, ji Rejîma Siyonîst xwest dagirkirina Bilindiyên Colana Sûriyê û herwiha Bêyt Ul Muqedesa Rojhilat bi dawî bîne.

Li gorî rapora roja şemiyê ya IRNA`yê, Komîteya duyem a Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY) herwiha ji Rejîma Siyonîst xwest sûdwergirtina ji çavkaniyên sirûştî yên Bilindiyên Colanê û  Bêyt Ul Muqedesa Rojhilat bisekinîne.

Rêxistina Neteweyên Yekgirtî, heya niha bi caran bi pejirandina biryarnameyên curbicur ên li komîteyên curbicur ên vê saziya navneteweyî, dagîrkirina erdên filistînî û herwiha Bilindiyên gewlana Sûriyê şermezar kirine û ji serokên vê rejîmê xwestine demlidest avakirina neqanûnî ya bajarokan li Filistînê bide sekinandin.

Dewleta Amerîkayê heya niha 43 biryarnameyên NY yên dijî cinayetên Rejîma Siyonîst li Erdên Dagîrbûyî yên Filistînê, vêto kirine.