Mijdar 18, 2017 17:17 Asia/Tehran
  • Desteyeke YE`yê tê Îranê

Desteyeke YE`yê bi serokatîya Hêlga Şmît alîkara Fêdêrîka Mogêrînî berpirsa sîyaseta derve ya vê yekitîyê sibê şevê yê bi merema pişkdarîya li sêyemîn dewra gotûbêjên sîyasî yên di asta bilind de yên Komara Islamî ya Îranê û YE`yê seredana Têhranê bike.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Sêyemîn dewra gotûbêjên Îran û YE`yê bi mijara ``hevkarîyên navokî, pêşketin û panorama`` yê ji roja sêşem 21`ê Mijdarê ve mideha 2 rojan li Isfehanê destpê bibe.

Ev dewra gotûbêjên Îran û YE`yê yê bi amadebûna Hêlga Şmît alîkara berpirsa sîyaseta derve ya YE`yê, Ebas Iraqçî alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê û Bêhrûz Kemalvendî berdevkê Sazîya Ênêrjîya Atomê ya Îranê bê lidarxistin.

Îran û YE`yê piştî cihanîna rêketinama navokî hevkarîyên nû di çarçova gotûbêjên di asta bilind de kifş kirine.

Heta niha du dewrên gotûbêja di navbera Îran û YE`yê de li Têhran û Brûksêlê hatine lidarxistin.

Mafên Mirovan, ênêrjî, ticaret, hevkarîyên darayî û bankî, jîngeh, têkoşîna li hemberî madeyên hişber û meseleyên navçeyî yên wek qeyrana Sûrîye, Iraq û Yemenê ji mêhwerên van gotûbêjan in.