Rûsiyê biryarnama li dijî sûrî ya pêşniyarkirî ya Emerîkayê li Konseya Ewlehiyê vêto kir
Rûsiyê li civîna Konseya Ewlehiyê ya NY, biryarnama pêşniyarkirî ya li dijî Sûriyê ya Emerîkayê li bara dirêjkirina peywira lêkolîna li ser xebitandina çekên kîmyawî vêto kir.
Li gorî rapora Fars News`ê, di dewama liv û tevegrên rojava dijî Sûriyê, vê carê Konseya Ewlehiyê ya NY bû meydana kiryara nû ya Emerîkayê li dijî Şamê, kiryara ku rastî vêtoya Moskowayê hat.
Her wek medya emerîkî raghandin Konseya Ewlehiyê civînek jibo dengwergirtina li bara domandina erkdariya lêkolîna ser xebitandina çekên kîmyawî li Sûriyê li dar xist.
Pêştir li nûçan hatibû ku Emerîka daxwaza dengwergirtina li bara biryarnama pêşniyarkirî jibo dirêjkirina erkdariya karzanan jibo kivşkirina sebebkarên êrişên kîmyawî li Sûriyê dike lê Rûsiye dijberê vê planê ye.
Piştî dengwergirtina li bara plana Emerîkayê, Vasîlî Nebenziya, nunerê Rûsiyê li NY li civîna Konseya ewlehiyê ev plana vêto kir.
Bê vêtokirina vê plana li dijî Sûriyê eva cara dehan e ku Rûsiye jibo piştgiriya ji Şamê mafê xwe yê Vêtoyê wek endamê herdem ê Konseya Ewlehiyê bi kar tîne.