Mijdar 17, 2017 18:01 Asia/Tehran
  • Rûsiyê dagirkeriya Emerîkayê li Sûriyê rexne kir

Rûsiyê bal kişand ser neqanûnîbûna mayîna hêzên emerîkî li Sûriyê û ragihand ku ev hêz berûvajiya viyana dewleta Şamê û jixwe mîna dagirkiran reftarê dikin.

 Li gorî rapora Sputnik`ê, Mariya Zaxarowa berdevka Wezareta karên derve ya  Rûsiyê nav koma nûçegîhanan got: ``Konseya Ewlehiyê ya NY li gorî manîfesta vê rêxistinê tenê saziyek e ku  dikare li ser  bikaranîna  hêza eskerî li civaka cîhanî biryarê bide``.

 Zaxarowayê her wiha diyar kir: ``Konseya Ewlehiyê îzna mayîna eskerî li Sûriyê nedaye Emerîkayê û xêncî wê hêzên emerîkî berûvajiya xwesta dewleta qanûnî ya Sûriyê li welatê hanê de mane û ji xwe mîna hêzên dagirkir reftarê dikin``.

 Cêyms Metîs wezîrê berevaniyê yê Emerîkayê vê dawiyê îdia kir ku NY îzna şandina hêzan bo Sûriyê daye Waşengtonê ji ber ku biryarnama  li dijî koma  terorîstî ya DAIŞ`ê daye.

 Li pey vê îdiaya  wezîrê berevaniyê yê Emerîkayê, Sergeyî Lavrov wezîrê karên derve yê Rûsiyê jî qanûnîbûna  mayîna  hêzên emerîkî li Sûriyê, îdiayeke pûç û  bêbingeh da zanîn.

 Tê gotin ku 500 misteşarên emerîkî bi awayekî neqanûnî li axa Sûriyê de ne.

 Qeyrana  Sûriyê ji sala 2011`an  bi êrişa berfireh a komên terorîstî yên ku ji aliyê Emerîka û Erebistanê jibo sernixûnkirina dewleta qanûnî ya Beşar Esed serokkomarê Sûriyê destpê bû.