Vêtoya Biryarnama dijî Sûrîyê li Konseya Ewlehiyê, işkeseteke din jibo Emerîkayê
Hevgavê pêvajoya serketina artêşa Sûriyê û hevpeymanên wê li rawestana li ber terorîzmê, hin endamên dayim ên Konseya Ewlehiyê ya NY hewl didan bandorê bikin ser van serketinan lê bi ser neketin.
Rûsiyê roja pênşemiyê ji destpêka qeyrana Sûriyê li sala 2011an va heya niha, bo cara dehan mafê xwe yê vêtoyê li Konseya Ewlehiyê bi kar anî jibo ku pêşiya pejirandina reşnivîsa biryarnameyekê li dijî Sûriyê bigre.
Moskowayê cardinê nehişt ku ev plana emerîkî li bara dirêjkirina peywira siyasî ya komîta lêkolînê ya hevpar li bara xebitandina çekên kîmyawî li Sûriyê were pejirandinê.
Komîta lêkolîna hevpar a NY û Rêxistina Qedexetiya çekên Kîmyawî li encama lêkolînên xwe îdia kiriye ku dewleat Sûriyê li êrişa 4`ê Nîsana 2017aan li navça Xan Şêxûnê li Idliba bakurê rojava Sûriyê Gaza Sarînê xebitandiye. Peywira alîgirane a vê komîta hevpar bi vêtoya Rûsiyê, pênşemiyê şevê bi dawî hat. Komîta lêkolîna hevpar li halekî Sûriyê bi xebitandina gaza Sarînê li navça Xan Şêxûnê tawanbar dike ku Şamê bi caran ev îdiaya red kiriye. Rûsiyê jî teqez kiriye ku rapora komîta lêkolîna hevpar a NY û Rêxistina Qedexetiya çekên Kîmyawî xwediyê hin lêzanînên bêbingeh e. Li vê barê, Sêrgeyî Riyabkof alîkarê wezîrê karên derev yê Rûsiyê vê dawiyê ragihand: ``Li rapora komîta lêkolîna hevpar a NY û Rêxistina Qedexetiya çekên Kîmyawî gotinên newekhev pir in û şehediya hin kesan hatiye hilêxistin ku ne-eseh in``.
Idliba Sûriyê di bin kontrola komên çekdar de ye; Komên ku ji aliyê welatên rojavayî bitaybet Emerîkayê va tên piştgirîkirin, û hewldana jibo dewama erkdariya komîta lêkolîna hevpar a NY û Rêxistina Qedexetiya çekên Kîmyawî bi armanca hilkolandina bikaranîna gaza Sarînê li Xan Şêxûnê bêyî berçavgirtina belgeyên rastîn, curek lîstika siyasî jibo guhertina hevsengiyan li Sûriyê tên nirxandinê.
Rojavayê li halekî hertim dosiya Xan Şêxûnê wek amûra zextê ser dewleta qanûnî ya Beşar Esed û Rûsiyê parastiye ku rewşa meydanî ya Sûriyê hema ser qezanca bereya rastîn a rawestana li ber terorîzmê bi pêşde diçe.