Meşqa Leşkerî ya hevpar a deryayî ya Japonya û Emerîkayê
Japonya û Emerîkayê meşqa xwe ya deryayî ya salê jibo cihanîna meşqên eskerî yên deryayî û bejahiyê destpê kirine.
Li gorî rapora ISNA`yê, Reutersê zêde ji 14 hezar kes ji eskerên emerîkî li vê meşqa leşkerî ya deryayî ya dehrojî beşdarî kirine.
Her wiha paporê hilgirê balefiran a Ronald Rêygana Emerîkayê, papora emerîkî ya USS, Çafîn û Mastîn tev hêzên japonî beşdariya vê meşqê kirine.
Ev Meşqa Leşkerî ya hevpar a deryayî ya Emerîka û Japonyayê jibo nîşandayîna qaweta du welatan li dijî ceribandinên mûşeka Balistîk û atomî ya Koreya Bakur li halê lidarxistinê ye.
Meşqa Leşkerî ya hevpar a Emerîka û Japonyayê li avên Okînawayê û jibo zêdekirina asta amadetiya berevanî û berpirsiyarbûna hêzên emerîkî û japonî li warên deryayî û hewayî li halê cihhatinê ye.
Her wiha ev Meşqa Leşkerî zextek li dijî Koreya Bakur û peyama eşkere bo Piyong Yangê li bara hêza Emerîkayê û besîca destxwe li hember kiryarên handêr ên Koreya Bakur tê hesabê.