Kongira Emerîkayê bûdca eskerî ya 700 milyar dularî ya vî welatî pejirand
Kongira Emerîkayê bûdca eskerî ya 700 milyar dularî jibo sala 2018`an pejirand.
Li gorî rapora ISNA`yê û ji zarê PTI`ê bûdca eskerî ya 2018`an li Kongreya Emerîkayê û Senayê û bi dengê piraniya nuneran hat pejirandin û biryar e jibo îmzekirinê bo Donald Trump serokkomarê Emerîkayê were şandin.
Li vê bûdceyê her wiha rewşeke dijwar jibo alîkariyên eskerî û ewlehiyê yên Emerîkayê bo Pakistanê hatiye berçavgirtin.
Li vê bûdceya nû ji Wezareta Berevaniyê ya Emerîkayê û Wezareta karên derve hatiye xwestin ku mijara hevkariya tev dewleta Hindistanê li warên berevanî û eskerî hilkole.
Têd Kiroz, Sênatorê Komarîxwaz ê pilbeilind ê emerîkî ji pejirandina vê bûdceyê pêşewazî kir û got: ``Hejmareke kêm ji şirîkên emerîkî li sedsala 21`an ser giringiya stratejîk a peywendiyan tev dewleta Emerîkayê disekinin``.
Wezareta berevaniyê ya Emerîkayê jî li dû nirxandina hevkariya bi Hindistanê û û çavdêriya ser vê pêvajoyê ye.
Li gorî raghandina wezareta berevaniyê ya Emerîkayê, du welatên Hindistan û Emerîka divê ji nêzîk ve li warê çareserkirina qeyranê li Efxansitanê û ewlehiya li navçê ji wan berfirehkirina binavahiyan û xebitandin sermaya aborî hevkariyê bikin.
Kongira Emerîkayê, dewleta Hindistanê şirîkê sereke yê eskerî li bûdca eskerî ya 2017`an zanîbû û li rapora vê dawiyê ya Kongirê jî hatiye , Hindistan tim şirîkê sereke yê eskerî yê dewleta Emerîkayê ye û dikare li warên berevanî û teknolojiyên eskerî jibo dewleta Emerîkayê hevkariyeke baş hebe.
Kongira Emerîkayê her wiha ji wezareta berevaniyê xwestiye ku ji nêzîk ve çavdêriya alîkariyên ewlehiyê yên Emerîkayê bo Pakistanê bike û garantiyê bistîne ku Pakistan van alîkariyan jibo piştgiriya ji komên terorîstî yên mîna Leşkira Teyibe û Talibana Pakistanê û her wiha koma Heqanî bikar nayne û hin kiryaran berçav bigrin ku ger artêşa Pakistanê piştgiriyê bide komên terorîstî, dê rastî dûhatên wê were.