Mijdar 17, 2017 10:32 Asia/Tehran
  • Xwenîşandana dijî dewletê li seranserî Fransayê

Gelê FGrasnayê careka din li dijî siyasetên serokomarê vî welatî li seranserî welêt derketin nav kolanan.

Li gorî rapora IRIB News`ê ji Parîsê, li xwenîşandana berfireh a seranserî ya roja Pêncşemiyê li bajarên mezin ên Fransayê ji wan Parîs, Marsêy, Liyon û Bordoyê, karker, ciwan û malnişînên bi nîşana nerazîtiya li hemberî qanûna kar a nû beşdar bûn.

Nraziyan li vê xwenîşandanê, qanûna kar a nû di xizmeta sûd û berjewendiyên xwedîkarên Fransayê û Êmanoêl Makron wek serokomarê dewlemendan dan zanîn.

Li ser esasa raporên Rêxistina Amarê ya Frasnayê nasyar bio Enseyê, asta bêkarbûnê li nav gelheya çalak a vî welatî di sêmehiya sêyem a 2017an bi zêdebûna sedî 0.2`ê, gihîştiye sedî 9.4`ê.

Heta niha sê xwenîşandan bi nîşana erazîtiya li hemberî siyasetên aborî yên Makron li Frasnayê hatine lidarxistin.

Li xwenîşandana yekem ku roja 12`ê Îlona 2017an hat lidarxistin, li gorî ragihandina yekîtiyên sinifî, 500 hezar kes beşdar bûn.