Mijdar 16, 2017 17:45 Asia/Tehran
  • Heft kes ji ber teqîna bombekê li Kabulê hatin kuştinê

Ji ber teqîna bombekê li nêzikî ``Hotêla Qesra Nûrê`` ya Kabula paytexta Efxanistanê herî kêm heft kes hatine kuştin.

Li gorî rapora IRIB News`ê, ji ber vê teqînê ku îro anku Pêncşemiyê li nêzikî Hotêla Qesra Nûrê li nav koma hogirên ``Eta Mihemed Nûr``, parêzgarê Belxa Efxanistanê li Kabulê qewimî, hejmarek jî birîndar bûn.

Dengê gullereşandinê li cihê teqînê hat bihîstin û rayedarên ewlehiyê yên Efxan jî qala hitmala zêdebûna hejmara kuştiyên vê teqînê dikin.

Heta niha kes an komekê berpirsiyariya vê êrîşê negirtiye ustiyê xwe.