Êrişa hewayî ser meqerên DAIŞê li başûrê Sêrtê ya Lîbyayê
Fermandeyekî artêşa Lîbyayê ragihand ku balefirên şêr bombe rijandin ser çeper û meqerên koma terorîstî ya DAIŞ`ê li vî welatî da.
Li gorî rapora Reutersê, Şerîf El-Ewamî ji fermandeyên hêza hewayî ya artêşa neteweyî ya Lîbyayê raghand ku eskerên bicihbûyî li rojhilata vî welatî roja çarşemiyê êrişa hewayî kirin ser çeper û meqerên koma terorîstî ya DAIŞê û ev meqera têk birin.
Şerîf El-Ewamî got: Ev meqerên DAIŞê pêk dihatin ji kempên bi trimbêlên eskerî û mexzenên ardû û avê ku wek navendekê jibo êrişa ser artêşa Lîbyayê dihat bikar anîn.
Lîbya ji dema mudaxila eskerî ya Emerîkayê û hevpeymanên wê li NATO`yê li sala 2011an bûye qada bê ewlehiya siyasî û piştî wê cilîda komên terorîstî ji wan DAIŞê li navçeyên curbicure vî welatî.