Amadetiya NY jibo navbeynkariya navbera Hewlêr û Bexdayê
Nivîsgeha serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê roja çarşemiyê bi daxûyaniyekê li bara amadetiya sekreterê giştî yê NY jibo navbeynkariya navbera Hewlêr û Bexdayê agahî da.
Li gorî rapora IRIB Newsê, li vê daxûyaniyê hatiye: Sekreterê giştî yê NY li nameya xwe ji destpêbûna muzakireyên siyasî navbera Hewlêr û Bexdayê jibo çareserkirina pirsgirêkan li gorî qanûna bingehîna Iraqê piştgirî kiriye.
Li gorî vê daxûyaniyê, Nêçîrvan Barzanî jî ser amadetiya Kurdistana Iarqê jibo çareserkirina hemî pirsgirêkan ji riya gotûbêjê li gor qanûna bingehîna Iraqê teqez kir.
Pêştir Heyder Ebadî, serokwezîrê Iraqê her cure gotûbêja Bexda û Hewlêrê meşrût kiribû bi betalkirin, ne rawestandin encama giştpirsiya li Herêma Kurdistana Iraqê.
Giştpirsiya Herêma Kurdistana Iraqê tevî dijberiya cîhanî û berteka tund a Iraqê 25 Îlon 2017`an ser Îsrara Mesûd Barzanî hat lidarxistin.Ev kiryara Barzanî binpêkirina qanûna bingehîn a Iraqê bû.