Mijdar 15, 2017 18:53 Asia/Tehran
  • Çîn dijî navbeynkariya Amerîkayê li Deryaya Çînê ya başûr e

Wezareta karên derve ya Çînê dijî her cure xwetêkilî û navbeynkariya Amerîkayê li meselên têkildarî Deryaya Çîna Başûr e.

Li gorî rapora IRNA`yê, wezareta karên derve ya Çînê, roja çarşemiyê bi weşandina daxuyaniyekê ragihand: Axiftinên Donald Trump, serokkomarê Amerîkayê yên li sefera bo Asyayê jibo navbeynkariya li kêşeyên Deryaya Çîna Başûr, ji aliyê Pêkenê va nayên qebûlkirin.

Hevgavê vê yekê berdevkê wezareta karên derve ya Çînê, li hevpeyvînekê li Pêkenê, bal kişande ser helwêstên vê dawiyê yên Trump û got: Welatên navçê dikarin meselên navbera xwe çareser bikin û tu hewcetiyek bi xwetêkiliyên Amerîkayê re tuneye.

Kîng Şuwang, pêgîrî kir: Hêz û welatên ku derveyî vê navçê ne, baştir e ku karên wisan nekin ku kêşe pêk werin û di riya baş da bimeşin û li karên navxweyî yên welatên din xwe têkil nekin.

Wî got Çîn mafê hakimiyet û yekperçetiya axa xwe li Deryaya Çîna Başûr diparêze û eger nakokiyek jî hebe wê bi şêwirîn û gotûbêja bi welatên din ên cînar wan ji holê rake.

Çîn nêzî sedî 80`ê gişt deryaya Çîna Başûr ku nirxa bazirganiya gemîvaniyê têde di salê de digihîje pênc hezar mîlyard dolarî, ya xwe dizane û bi tundî dijî ketina gemiyên şêrr û balafirên cengî yên Amerîkayê nav vê deryayê ye.