Mijdar 15, 2017 17:49 Asia/Tehran
  • Moskowê hişyarî da Waşîngtonê jiber karên dijî mêdya Rûsyayê

Berdevkê wezareta karên derve ya Rûsyê, ragihand her kareka Amerîkayê dijî nûçegîhan û mêdyayên rûs, bêbersiv namîne.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Spûtnîkê, Dîmîtrî Peskov, Berdevkê wezareta karên derve ya Rûsyê, got: Her karek ku bibe sedma bisînorbûna azadiya mêdya Rûsyayê li derveyî welêt, wê bêyî berteka webirr nebe.

Her di vê çarçoveyê de Dûmaya Rûsyayê, pêşniyarqanûnekê dijî mêdya amerîkî yên çalak li Rûsyayê pejirandiye.

li gorî ragihandina Dûmaya Rûsyayê, ev kar bersiveke li hember karên vê dawiyê yên Amerîkayê dijî mêdya rûs li Russia Today`ê.

Dozgeriya giştî ya Amerîkayê, midehekê berî niha ji kanala televîzyonî ya Russia Todayê (RT) xwestibû ta ku 13`ê Mijdarê navê vê kanala televîzyonî wekî saziyeka biyanî qeyd bike eger vî karî neke wê hesabên bankî yên Russia Todayê li Amerîkayê werin girêdan.