Madrîdê, Asanj û Snowden ji ber piştgiriya ji serxwebûnxwazên Katalonyayê tawanbar kirin
Ramangeha spanyayî raghand ku Cûlyan Asanj û Êdward Snowden, eşkerekirên navneteweyî bi weşandina bi hezaran peyamên twîterî piştgirî dane serxwebûnxwaziya navça Katalonyayê li bakurê vî welatî.
Li gorî arpora rojnama ABS ê, ramangeha spanyayî ya Êlkano bi hin lêkolînan raghand: Cûlyan Asanj xîmdarê malpera eşkerekir a Wîkîlîksê û Êdward Snowden peymankarê berê yê Ajansa Ewlehiya Neteweyî ya Emerîkayê roleke berbiçav li gurrkirina qeyrana cidayîxwazên eyaleya Katalonyayê li torên cîvakî yên înternetê hebûne.
Li ser vê esasê,saziya Wîkîlîksê nêzîkî 40 hezar peyam bona berevaniya ji cidayîxwazên eyaleta Katalonyayê li twîîterê weşandine.
Snowden jî zêde ji 8 hezar peyamên twîterî an şandina dubare ya peyamên din li vê barê hebûye.
Dewleta Spanyayê dibêje ku Rûsiye jî li qeyrana serbixwexwaziya Katalonyayê dest hebûye.
Alfonêso Dastîs wezîrê karên derev yê Spanyayê roja duşemiyê daxwaza berteka cidîli ehmber vê meselê kir.
Li navça otonom a Katalonyayê 1 Cotmehê giştpirsiya serbixwetiyê cih hat lê dewleta navendî bi neqanûnîzanîna wê, otonomiya vê navçê betal kir û dewleta û parlemana xwecî têk bir.