Îlon 23, 2017 08:46 Asia/Tehran
  • Lavrov: Xistina babetên nenavokî bo nav rêketina navokî ya di navbera îranê û grûpa 5+1 şaşitiye

Sergeyî Lavrov wezîrê karên derve yê Rûsiyayê duh îniyê li Newyorkê got: Xistina babetên nenavokî bo nav rêketina navokî ya di navbera îranê û grûpa 5+1 şaşitiye.

Li gor rapora IRIB News`ê, Karbidestên Waşîngtonê li rojên vê dûmahîkê li dewama siyasetên dijî Îranê yên Donald Trump serokkomarê Amerîka bi dû viyane ku senaryoyên nû bona îbtalkirina rêketina navokî ya di navbera îranê û grûpa 5+1 îcra bikin.

Trumpê serokomarê Amerîkayê hertim berovajiya helwêstên aliyên din ên Lihevkirina Navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1'ê nasyar bi "Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar", ev lihevkirina wek "Lihevkirineke gellek Xerab" daye zanîn û xwestiye ku were betalkirin. Lê cîhan li dijî vê helwêsta dijminane ya serokomarê Amerîkayê li dijî Lihevkirina Navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1'ê nasyar bi "Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar" e.

Sergeyî Lavrov wezîrê karên derve yê Rûsiyayê duh îniyê li Newyorkê bilî rexneya ji van cure siyasetên Amerîka li hemberî rêketina navokî destnîşan kir; Her cure nîgeraniyekî Amerîka heye divê di çavçîva vê rêketinnamê bê çareserkirin.

Lavrov destnîşan kir: Bilî Rûsiyayê welatên ewrûpî jî dixebitin kêşeya ser riya vê rêketinê çareser bikin û pîşiya hilweşiyana vê rêketinê bigrin.

Wezîrê karên derve yê Komara îslamî ya Îranê roja Îniyê li hevdîtina digel Taro Konoyê wezîrê karên derve yê Japonê li Niyo Yorkê, destnîşan kir: "Siyaseta Waşîngtonê li warê Lihevkirina Navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1'ê nasyar bi "Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar", vê peyamê radigihîne cîhanê ku gotûbêja digel Amerîkayê bê sûd û feyde ye".

wezîrê karên derve yê Fransê, Jan Îvo Lodêriyan roja Duşemiyê li kêleka Komcivîna salê ya Civata Giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li Niyo Yorkê ji nûçegihanan ra got: ``Parîs dê hema wisa bixebite ku Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê li bara parastina Lihevkirina Atomî ya sala 2015`an û heta çalakiya ji bo kemilandina vê lihevkirinê ji bo piştî sala 2025an qanî bike.``

Lodêriyan her wiha tevî pêgiriya li ser vê yekê ku `Girîng e ku welatên rojavayî rêya têkilliya xwe digel Îranê biparêzin`, got: ``Franse dixebite ku Trump qanî bike ku di der barê Lihevkirina Navokî ya digel Îranê bilez biryarê nede``.

Fedrîka Mogirînî berpirsa siyaseta derve ya Yeketiya Ewrûpa jî bal kişande ser viya ku rêketina navokî ya di navbera Îranê û grûpa 5+1 rêketinekî navnetewî ye got: Ev rêketina du alî nîne ku aliyek bixwaze wê hilweşîne.

Lihevkirina Navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1'ê (Brîtanya, Franse, Rûsiye, Çîn, Amerîka û Alman) nasyar bi "Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar" ji meha Çileya 2016an va ketiye qada cihanînê. Lêî dewleta Amerîkayê wek endamekî vê komê hertim li ser rêya cihanîna vê lihevkirinê berbend û astengiyan saz dike.