Îlon 23, 2017 07:42 Asia/Tehran
  • Piştgiriya tekûz a 134 welatên cîhanê ji Lihevkirina Navokî

Endamên "Koma 77" roja Îniyê bi daxûyaniyekê li ser piştgiriya xwe ji Lihevkirina Navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1'ê nasyar bi "Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar" û pêwîstiya rakirina boykotên yekalî li dijî Komara Îslamî ya Îranê pêgirî kirin.

Li gorî ragihandina IRNA'yê, daxûyaniya dawiyê ya wezîrên karên derve yên Koma 77ê li kêleka civîna Civata Giştî ya Rêxistina Neteweyên yekbûyî (NY) li Niyo Yorkê bi yekdengî  dengê pirranî yê welatên endam hat pesendkirin.

Wezîrên karên derve yên welatên endamê Koma 77ê li vê daxûyaniyê, Lihevkirina Navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1'ê nasyar bi "Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar" mînakeke kêrhatî û rasteqîn û encama xebata serketî ya çendalî li warê çareserkirina pirsgirêkên girîng ên cîhanê dan zanîn.

Wezîrên karên derve yên 134 welatên endamê Koma 77ê li vê daxûyaniyê her wiha dijayetiya xwe li hemberî boykotên aborî yên yekalî li dijî Komara îslamî ya Îranê diyar kirin û xwestin ku ev boykot bilez bên rakirin.

Civîna wezîrên karên derve yên endamê Koma 77ê roja Îniyê bi amadebûna serokê Civata Giştî ya NY û sikritirê giştî yê NY hat lidarxistin.

Komara Îslamî ya Îranê endamê Koma 77'ê ye. Ebas Iraqçî bi nûneratiya ji Komara Îslamî ya Îranê li vê civînê beşdarî kir û axivî.

Koma 77ê sala 1964an ji aliyê 77 welatên li halê pêşketinê li bajarê Jênêva Swîsê hat damezirandin.

Nûnerê hertimî yê Komara Îslamî ya Îranê li NY êvara Îniyê bi bîr xist ku piştî axaftina bi gengeşe û helahela ya Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê li civîna Civata Giştî ya NY, wezîrên karên derve yên 134 welatên endamê Koma 77ê bi dengê bilind û zelal piştgiriya xwe ji Lihevkirina Navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1'ê nasyar bi "Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar" ragihandin û li hemberî sepandina her cûre boykotên aborî li ser Komara Îslamî ya Îranê pêgirî kirin.

Trumpê serokomarê Amerîkayê roja Sêşemiya buhurî li axaftina xwe li Heftî û Duyemîn civîna Civata Giştî ya NY, bo cara çendan Lihevkirina Navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1'ê nasyar bi "Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar" wek "Lihevkirineke Bitalûke" da zanîn.

Trumpê serokomarê Amerîkayê hertim berovajiya  helwêstên aliyên din ên Lihevkirina Navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1'ê nasyar bi "Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar", ev lihevkirina wek "Lihevkirineke gellek Xerab" daye zanîn û xwestiye ku were betalkirin. Lê cîhan li dijî vê helwêsta dijminane ya serokomarê Amerîkayê li dijî Lihevkirina Navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1'ê nasyar bi "Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar" e.