Tîlêrson: Bijareya eskerî li dijî Koreya bakurî ser maseyê ye
Wezîrê karên derve yê Emerîkayê cardinê ser hebûna bijareya eskerî ya Waşengtonê li dijî Koreya bakurî pêgîrî kir.
Li gorî rapora Fox Newsê, Rêks Tîlêrson wezîrê karên derve yê Emerîkayê roja îniyê got ku Waşengton li hemberî Piyong Yang riya dîplomasiyê berçav digre.
Tîlêrson li beşek din ji gotinên xwe li bara Rûsiyê jî got: Tevî hebûna dijberiyên cidî li peywendiyên navbera Emerîka û Rûsiyê, Waşengton hevkaiay xwe tev Moskowayê li warê meselên navneteweyî bidomîne.
Donald Trump serokkomarê Emerîkayê jî li peyamekê li Twitterê Kîm Cong Ûn rêberê Koreya bakurî mêrekî dîn bi nav kir û Gef li Piyong Yang Xwar ku dê berdêleke giran bide.
Trump li twittera xwe nivîsî. Koreya bakurî bi curekê dê werin ceribandin ku heya niha mînaka wê tine bûye.
Trump her wiha duh li bara cihanîna boykotên zêdetir li dijî Piyong Yang agahî dabû.
Aloziyên navbera Emerîka û Koreya bakurî li rojên derbasbûyî li çarçova rêbaza şerxwazane ya Donald Trump gurtir bûye.
Piyong Yang gef xwariye ku dê bombeyeke hîdrojênî ser esmanê Oqyanûsa Aram biceribîne.