Îlon 22, 2017 18:02 Asia/Tehran
  • UNICEF: Sedî 60 awareyên Rohîngyayê zarok in

Sindûqa Zarokan a Neteweyên Yekbûyî UNICEFê raghand ku nêzîkî sedî 60`ê awareyên misilman ên Rohîngyayê ku li hefteyên derbasbûyî ji tirsa kiryarên serkutkiranê yên artêşa Miyanmarê revîne Bengladêşê, zarok in.

 Li gorî rapora Associated Pressê, UNICEF`ê raghand: Heya niha  zêde ji 1400 zarok hatine hejmatim ku bêyî dê û bavê xwe ji  sînorê navbera Miyanmar û Bengladêşê derbas bûne.

 Li gorî raghandina  UNICEF`ê, zarokên aware yên Rohîngyayê şahedê kuştina endamên malbata xwe an agirberdana malên xwe bûne.

 UNICEF`ê her wiha radighîne ku li kampên awareyan li Bengladêşê jî rewş pir xirab e û bi dehan hezar kes li hin ciyan dijîn ku bê ewleh in û ciheke baş jibo  mezinbûna  zarokan nayên hesabê.

 Eyaleta Raxînê li rojava Miyanmarê ji sala 2012`an  bûye meydana  êrişên bûdaiyên tundrew li dijî misilmanên Rohîngiyayê. Li encama êrişên hanê heta niha bi hezaran kes hatine kuştin an birîndar bûne û zêde ji 400 hezar kes jî neçar mane terka mala xwe bidin.