Îlon 21, 2017 19:45 Asia/Tehran
  • YE: Giştpirsîya li Herêma Kurdistana Iraqê bê feyde ye

YE`yê ji berpirsên Herêma Kurdistana Iraqê xwest ku giştpirsîya serxwebûnê li dar nexe.

Li gorî rapora ajansa nûçan a ISNA`yê, YE ji berpirsên Kurdistana Iraqê xwest ku giştpirsîya cidabûnê li dar nexin, ji ber ku ew giştpirsî ti encamekê bi dest naxe.

Fêdêrîka Mogêrînî berpirsa sîyaseta derve ya YE`yê got ku YE`yê piştgirîya hertimî ya xwe ji yekperçetî, serwerî û tifaqa Iraqê bi bîr dixe. Wê herwiha got: Pêngavên yekalî yên wek giştpirsîyê biencam nayên hesêb û divê ji wê dûr bikevin.

Berpirsa sîyaseta derve ya YE`yê tekez kir: YE`yê dizane ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de nakokî hene û ser vê bawerê ye ku divê ew mesele bi gotûbêjeke aştîyane û kêrhatî bên çareserkirinê ku ew gotûbêj dikare rewşê ber bi rêçareyeke bi dilê her du alîyan ve bibe ku ew rêçare ser bingeha cihanîna destûra bingehîn a Iraqê be.

Ji hêla din ve, bi dû bertekên welatên curbicur li hemberî giştpirsîya serxwebûna Herêma Kurdistana Iraqê, berdevkê Kirêmlînê nêrîna Moskovê li bara encamên giştpirsîya serxwebûna Herêma Kurdistana Iraqê dîyar nekir û ragihand ku helwestên Rûsîyê ser xêra yekperçetîya axa welatên navçê ne.

Dimîtrî Pêskov berdevkê Kirêmlînê têkildarî lidarxistina giştpirsîya serxwebûna Kurdistana Iraqê ragihand ku welatê wî piştgirîyê dide yekperçetîya axa welatên navçê.