Îlon 21, 2017 18:00 Asia/Tehran
  • Rûsyê, Amerîka li bara kiryarên leşkerî yên li navçeyên li bin kontrola dewleta Sûrîyê hişyar kir

Rûsyê, hişyarî da Amerîkayê ku heke şervanên li navçeyên li bin kontrola Amerîkayê li Sûriyê dest bi êrişa ser hêzên artêşa wî welatî bikin, yê tûşî bersivê bibin.

Li gorî rapora IRNA`yê, wezareta berevaniya Rûsyê, gef li Amerîkayê xwer ku eger hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), careka din karekî wiha bikin, wê bikevin ber êrişan.

Berdevkê wezareta berevaniya Rûsyê, got: Em ê bi hemî çek û îmkanên xwe, li hember her cure hewldana jibo gulleavêtina ji navçeyên ku li destê şervanên neyarê dewleta Sûriyê ne, bisekinin.

General Îgor Konaşênkov, berdevkê wezareta berevaniya Rûsyê, got: Di van rojên dawiyê de bargehên artêşa Sûriyê, du caran ji navçeyên li bin kontrola şervanên dijî dewleta Sûriyê û artêşa Amerîkayê ve hatine gullebarankirin. Wî got: Ev gullebarankirin ji navçeyeka li bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku baska leşkerî ya Kurdên Sûriyê ye cih hatin.

Wî herwiha got: Di rewşekê da ku artêşa Sûriyê li navçeya Dêrezorê serketinên mezin bi dest xistine, hevalbendiya amerîkî û hêzên Sûriyeya Demokratîk, operasyona jibo azadkirina Reqayê rawestandine.

General Sêrgêy Rodskoy, serokê dayira navendî ya operasyona erkantiya gişt hêzên çekdar ên Rûsyê jî ji serketinên artêşa Sûriyê li navçeya Dêrezorê û navçeyên derdora vî bajarî agahî da û ragihand: Sedî 85`ê bajarê Dêrezorê ketiye destê hêzên sûrî û di hefteyên dahatî de jî wê navçeyên mayî yên bajêr ji bin lepên terorîstên DAIŞ`ê werin derxistin.

Amerîkayê sê rojan berî niha , hêza hewayî ya Rûsyê tawanabr kir ku êrişî ser pêgehên HSD`ê yên li Dêrezorê kiriye ku di encama wê de 6 şervanên vê komê birîndar bûne.

Wezareta berevaniya Rûsyê, îro pêncşemiyê ragihand ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku Amerîka pişta wan digire, li bajarê Reqayê li bakûr û li Dêrezorê li rojhilat, li halê operasyonê ne, careka din êriş birine ser artêşa Sûriyê û hevgirtiyên wê yên li nêzîkî Dêrezorê.